Ke le jûrî mindalbûn da kirdimine bawesim, wamdezanî îdî katim
namênêt u hemû jiyanim be fêrkirdinî mindalewe
beserde bem. Herzû bom derkewt ke le pirosey fêrkirdin
da, Sîlan u Leylan zor layenî nûtekî jiyan-yan
bo rosin kirdimewe. Wekî tir, kuwêrane lêm derwanîn.
Tenya min ewanim negorî, ewanîs min-yan kird mirovêkî bekelk
tir.
Nakokî Nêwan Newekan
Em gûtare taybete be komelgey riwendî Kurd,
le nakokî nêwan newey yekem – Dayk u Bawkan – u
newey duwem – Zarokan – dekulêtewe u layenî pozetîv
u negetîvî serencamekanî em nakokiye debînêtewe.
Kêse bineçeyekanî derhawîstey nakokiyekan
u çonêtî nizîkbûnewe lêyi-yan
le çaw degirêt. Hewil nadat rêçarey kirç u
kal bidozêtewe. Belku gûtareke zor tir taybete be lêkolînewe,
têgeystin u pênase kirdinî corî nakokiyeke
u ew kêsaney ke lêwey serhel deden. Emanes yarî dedern
le rêgirtin le tesene kirdinî kêsekan bo gist
endamanî xêzan u qûlbûnewey le nêwan
newe cudakan da, ke renge bibine hokarî sîrazetêkçûnî xêzan,
dwatir komelge. Diyare xêzanî pir le ajawes komelêkî pirasûbî lê dekewêtewe.
Raste nakokiyekan le nêwan newey yekem u duwemdan, belam
dekirêt neweyek sengerî xoy biguwêzêtewe
bo neweyekî tir. Bo nimûne, nêrînekan le
hendêk bar da debin be nuwênerî kultûre
guwêzraweke bo pêsêl kirdinî ew mafaney
ke komelgey xanexuwê bo mêyîney dabîn deken.
Bo nimûne, çend salêk lemewber le Britanîya
da, daykêk u kurêkî Pakistanî pêkewe
kiçêk-yan xinkan. Daykeke qaçî kiçekeyî girtibû ta
birakey le xinkandinî bibuwewe.
Newekan hergîz teba nabin. Xo ger teba bûnaye bererupêsewe
nedeçuwîn. Ew dewrûberey têyî da
dejîn u ew sêwazey bîr dekeyne degordrên,
bemes hem sêwazî jiyanî newekan degordirên,
hem bîr kirdinewe-yan. Hendêk sêwazî nuwê dadên
u hendêkî kon le nêw deçin. Tenanet le
mewday jiyanî take neweyekîs da seqawî gewre
denrêt. Ez le jiyanî xom da, gewahî dahênanî kompiyuter,
CD, leyzer u çendîn dahênanî tirim.
Ca boye debêt her le seretawe gorran le rewtar u bîr
kirdinewey newekan da qebûl bikeyn. Xo renge taqe negorêk
le sirûst da gorran bêt. Em têgeystine destpêkêkî giringe
bo rewtarî herdû neweke beranber beyek.
Têgeystin le dû bîrokey kultûr u ziman
giringin bo em lêkolîneweye. Kultûr u ziman lêkdanewey
zor cudayan bo kirawe u be zor cor nasênrawin. Ez pênasekan
bo çêwey em lêkolîneweye dekem u naçime
qûlî bîrokey kultûr u zimanewe. Bew core
pênaseyan dekem ke le rajey nûsînekeda bin.
Kultûrî Giwastirawe u Kultûrî Xanexuwê
Rewendî Kurd nuweye, temenî degerêtewe bo heftakan.
Hêsta newey yekem pêyiyekî kultûrî le
Kurdistane. Newey duwemîs-yan le tarawge le daykbûn-yan
zor be mindalî giwastirawetewe. Ke wate le nêw xêzanêkî rewendî Kurd
da, dû kultûr pêkewe dejîn. Yek-yan kultûrî dayk
u bawke ke regûrîsey le Kurdistane; ewîd-yan
zarokane ke regûrîsey le kultûrî xanexuwê da
ye. Kultûrî dayk u bawk le Kurdistan ewe perîwetewe
ke renge be zarokan namo bêt. Aya em dû kultûre
detwanin pêkewe be astî bijîn u be berhem bin
bo komelegey herdû la? Eme pirsêkî giringî em
lêkolîneweye ye.
Pêkewe jiyanî em dû kultûre pêkewe
be bê kêse niye. Xo le taqe kultûrêkîs
da, bo nimûne le xêzanêkî Kurdistan da,
nakokî newekan berdewamin. Lêre newey yekem pistgîrî kultûre
xanexuwêkey – zalekey - heye. le tarawge da, em pistgîri
ye le dest dedat bo newey duwem. Kultûrî xanexuwê zor
tir pistgîrî le zarokan dekat.
Helbet nakokî em dû kultûre le tarawge da zeq
tir debêtewe, le ber çendîn hokar, ke hendêk-yan
dexeme rû.
Cudayî kultûrekan – ke ziman be sêkêtî -
degate radeyek ke dayk u bawk u mindalan heman ziman napeyvin.
Xo ger mindalan zimanî dayk u bawkîs-yan bizanin kêsî kultûrî le
pist bîrokekan-yan da nazanin. Kêsî kultûrî ziman
nazanin. Ziman be piroseyekî mêjuwî da royistuwe,
ke pêsîneyekî dawe be ziman. Raste giftûgo
be ziman dekirêt, belam ziman tenya teknîkêke
bo alugorî kultûr. Lem naweroke da, ziman ruwî pêsewey
kultûre.
Dayk u bawkanîs, be heman sêwe, renge zimanî kultûrî xanexuwê bizanin
belam le akarêkî nizim da debêt. Bemes, dayk
u bawk u mindalan le astêkî tenik da depeyvn u naçine
qûlayî kêse u babetekanewe. Bem core hendêk
le pirdekanî giftûgoy newekan dermên.
Lêre da rolî daye gewre u babe gewre-man le tarawge
da, lew xêzanane da ke hen, debêt leyad neçêt.
Eman kultûr u zimanî Kurdî karîgerane deguwêznewe
bo mindalan u hendêk le pirdekan be rawestawî dehêlnewe.
Newey yekem rûberuwî giriftî tir debêtewe.
Pas ewey ke wek nemamêk le dewrûberî xoy da helkêsrawe,
pêwîste carêkî tir xoy bijênêtewe.
Ca naçar debêt katêkî zor be damezrandinewey
jiyanî xoyî u xêzaniyewe terxan bikat, becorêk
ke katî be destewe namênêt u ta awir dedatewe
kelênî gewre kewtuwete nêwan xoyî u newey
duwemewe. Pirdî têgeystin u giftûgoy zor rûxawn.
Mindalanîs renge le fêrgey kultûrî xanexuwê da
bin, katêk ke dayk u bawk renge kar le destgayekî nizîk
be kultûrî xoyanewe biken.
Kultûrekan Pêwerî cuda-yan
heye
Her kultûrêk pêwaney xoyî heye, u renge
pêwaney kultûre cudakan legel yek da teba nebin. Eme
ewe nageyenêt ke kultûrêk raste u yekêk çewt.
Kultûr derencamî danûsanî sêwazî jiyan
u bîrkirdineweye ke lelay komelêk miro berceste buwe.
Hîç kultûrêk nizim niye. Helbet kultûrî komelgeyek
renge be komelgeyekî tir namo bêt.
Mindalan le tarawge da, derfetgelêkî nuweyan bo rexsawe,
ke teban be kultûrî xanexuwê, belam renge legel
kultûrî Kurdî da nakok bin. Bo nimûne,
temenekanî 16 u 18 salan, dû derkin ke çendîn
derfetî nuwê be qanûn bo mindalan waz deken.
Mindalan, çi kur bin yan kiç, le 16 salî da,
derkî sêksiyan bo dekirêtewe, detwanin fêrge
u mal cê bihêlin u be serbexoyî bijîn.
Herçî 18 salane, mindalan detwanin kihul bikirin u
bîxonewe; cigere bikirn u bîkêsin. Emanes girift
dehênine gorê bo xêzanêkî Kurd, behoy
pêsîney kultûriyewe, zor lem çalakiyane
qût nadrên.
Lem cenge da, dayk u bawk lew çekaney le Kurdewarî da
heyane u pêyiyane damalrawn, çunke çalakiyekan
derhawîstey komelgay xanexuwên u sirûstîn.
Qanûnekan u xorskekanî (normekanî) komelgey xanexuwey
pistgîrî zarokanin. Ca boye bo pêsêl kirdin
yan damalînî ew mafaney ke kultûrî xanexuwê be
zarokanî dawe, newey yekem hana bo kultûrî xanexuwey
xoy debat. Bo nimûne, bo sizadan, hendêk dayk u bawk
zarokan deguwêznewe bo Kurdistan. Ger zîrekane mameley
letek da nekirêt, lem cenge da herdû newe dedorîn.
Hendêk carîs rûdawî cergbirî lê dekewêtewe.
Bo nimûne, xêzan sîrazey depiçrêt
u heldewesêtewe. Le hendêk barî kemîs da,
mindalan u dayk u bawkan debine qurbanî.
Aya dekirêt le kultûrî xanexuwê kelk werbigirîn?
Raste kultûrêk niye rast bêt u yekêkî tir
hele, belam kultûre cudakan detwanin le yekewe fêr
bibin. Hendêk pêwer hen le kultûrî Kurdî da
derfet naden be zarokan kesayetî xoyan dabimezirênin.
Lem barane da, kelk wergirtin le kultûrî xanexuwê pêwîste. çend
nimûneyek dexeme rû.
Mindal nabêt kopî dayk u bawk bêt: Le kultûrî Kurdewarî da,
ke wek zorbey kultûrî xorhelate, kesêk bo ewe
rêzî lê nagîrêt ke kesayetiyekî xoyî heye.
Hemû kesêk deyewêt kesekanî tir bikat be
xoy. Em rewtare le xêzan da reng dedatewe. Dayk u bawk deyanewêt
mindalan bew core dabirêjin ke xoyan dexwazin, amanc u hezî xoyanî tê da
berceste biken. Ewey ke dayk u bawk neyantwanîwe bîhênine
dî le jiyan da, deyanewêt mindalekan boyanî bihênine
dî. Emes esteme, bigire be zererî mindalan degerêtewe.
Mindalan dayk u bawk nîn. Em rewtare zor car hem reçeskênî u
behire le mindalan da dekujêt, hem nakokî dexate nêwan
newekanewe. Rast tire ger behrey xorskî mindalan karî le
ser bikirêt u perey pêbidrêt, nek dijî buwestirêt
u sekut bikirêt. Beme mindalan ser-yan lê têk
deçêt u nazanin cêpêy-yan kuwe ye. Wek
degutirêt: Bîr lewe mekerewe ke çî bo
xot bas; bîr lewe bikerewe ke çî bo mindaleket
base.
Mindal nabêt wek gewre reftar bikat u bîr bikatewe:
Berdewam mindalan dawa-yan lê dekirêt ke wek gewre
rewtar biken. Keçî ke le korî gewrekan da depeyvin
pêyi-yan degûtirêt, "Le ruwî gewre
da helmederê." Emes dûfaqiyek dênête
gorê ke mindalan le dewrûberêkî cê negîr
da gewre dekat. Nîsanekanîsî bawer be xonebûn,
bêtwanayî le biriyardan da u dûruwî debin.
Mindalî dirûst eweye ke wek mindal bijî, nek
ewey ke wek gewre rewtar bikat. Mindal pêwîstî be çîrokî mindalan,
seqseqe, colane u pêdawîstiyekanî mindalane;
nek amadebûnî le korî gewrekan da, le katêk
da ke mindalekanî tir serqalî yarî kirdinin.
Mindal nabêt be mindalî wek gewre bijî. Dena
dwatir, be gewreyî debête mindal bo cêgirtinewey
kelênî mindalî le jiyanî da.
Debêt guwê le mindal bigîrêt: Her leberewey
ke temendaran diniya-yan zor tir diyuwe, ewe nageyenêt ke
le mindalanewe fêr nabin. Tenya be guwêgirtin le mindaleket
detwanît le mindaleket bigeyt, bizanît çon bîr
dekatewe u hosmendî çon dekarêt. Be bê em
têgeystinane biniyatinanî jiyanêkî ges
esteme. mindalan leyek naçin; zor cudan. Her le ber ewey
ke le perwerde kirdinî mindalêk da serkewtû buwît,
me’nay ewe niye ke herdem serkewtû debît. Guwê le
mindaleket bigire u be cîdî giftugoy legel da bike.
Giftûgoy berdewamî newekan: Dayelogekan berdewam biken
bo nizîk bûnewey kultûrekan. Le temenêkî biçûkewe
hewil bide giriftî mindaleket bizanît. Lem bare da
ger bêdengî le ziyu bêt, dwan le zêre.
Rastekey bo damezirandinî peywendî debêt bo mindal
biduweyt katêk ke daykî dû gyane. Min le jiyanî bawkayetîm
da zor tekinîkim bekar hênawe bo berdewam bûnî giftûgokan
lenêwan xom u mindalanim da. Lêre da yekêk lew
tekinîkane be nimûne dehênimewe.
"Frêd" calcalokeyek le asayî gewre tir bû xoy
xizanbuwe malî êmewe. Zarokan, Sîlan u Leylan,
daxuz-yan le min dekird ke Frêd bikujm. Minîs refizm
dekird hîç zîndewerêk bikujm. Giftûgoman
zor kird. Bo nimûne, ewan deyangût, Frêd nasirîne,
zile, u qaçekanî naqolan. Minîs demgût
Frêdîs heman bîr kirdinewey derbarey êwe
heye. Ewan min-yan bewe tawanbar dekird ke qebarey xom bekar dênim
bo çewsandinewey ewanî zarok. Minîs ewanim bewe
tawanbar dekird ke ewanîs qeware u hosmendî xoyan bekar
dênin bo çewsandinewey hawsrustêk-yan ke Frêde.
Min demgût her leber ewey ême detwanîn giçkekan
bikujîn u qanûnêk niye giçkekan biparêzêt;
me’nay ewe niye twana u bîr kirdinewey xoman le lenaw
birdinî hawsrustekan-man da bibrênînewe. Diyar
bû ke ême nageyne hîç akamêk, belam
min lewe da zal bûm, ke ewanî zarok neyandewêra
tuxnî Frêd bikewin. Ca ta Frêdîs be mîçî jûrekewe
bûwaye, giftûgokan berdewam debûn. Îdî pas çend
rojêk le giftûgo geystîne ew serencamey ke Frêd
cêyî nawmal niye, debêt be selametî u rêzewe
bigûêzrêtewe naw baxçekeman.
Le giftûgoy Frêd-ewe gumanim niye zor derbarey sirust,
calcaloke, rêzgirtin le sirûst u hawsrustiyekan u berpirsî rewstî êmey
miro beranber sirust fêrbûn. Belam, ewey giring bû ême,
newey yekem u duwem, zor derbarey yektir fêrbuwîn.
Berdewam bûnî giftûgokan ewe nageyenêt
ke dayk u bawk zanan u mindalan nezan.
Debêt be mindal bigûtirêt "Nazanim": "Nazanim" wiseyeke
be kultûrî Kurdewarî namoye. Le kultûrî Kurdewarî da
wisey "Nazanim" zor keme. Hemû-man hemû sitêk
dezanîn, ke renge karîgerî negetîv bêt
le ser mindalan – pist bexoyan nebestin. "Nazanim" le
dayk u bawkanewe bawer be mindalan ziyad dekat.
Min le çendîn kar da rojane pena bo mindalanim debem.
Bo nimûne, zor car ke be Înglîzî denûsim,
le risteyek yan destewajeyek dilniya nîm. Mindalan çunke
zimanî yekem-yan Înglîziye firiyadiresin. Lem
nimûneye da, cût kultûrî naw xêzan
hêze, nek lawazî.
Legel mindal da tûndutîj mebe: Tûndutîjî kêsekan çareser
naken, qûl u firawanî dekenewe. Peywendî temendaran
le mindalan da reng dedatewe. Ger gewrekan hêmin bin, mindalanîs
hêmin debin. hewilî hêminaney kêsekan biden.
Ba dayk u bawkan hemû kêseyek xoyan çareserî neken.
Hemû endamekanî xêzan besdar biken. Tenknîkêkî nasraw
bo nizîkbûnewe le kêsekan bekar bihêne.
Xo ger pêwîstî kird, detwanît biçîte
xûlêkî pîseyewe ke le hemû welatêkî Ewrupa
da feraheme.
Ger dayk u bawkan deyanewêt newekan-yan bexoyanewe bibestinewe,
debêt ewe bizanin ke tundutîjî hokarî dûrxistineweye.
Xosewîstî hokarî yekxistinewe. Xosewîstî dabmezirêne,
nek ajawe, ger detewêt mindalan xos-yan buwêt.
Metirse lewey ke be mindalan rabigeyenît ke kultûr-yan
cudaye. Eme lawazî niye, belku behêze. Ew mindalaney
cûtkultûr u cûtzimanin dîd-yan firawntire.
Ba mindalan sanaz bin be dû kultûr yekeyanewe; nek
xoyanî lê bidizinewe.
Serinc: Eme kurtey gutarêke ke le simînarî "Lêkolînewe
le kêsey Komelayetî u Giriftî binemaley Lawanî Kurd" pêskes
kira: 30 Rezberî (Sêptemberî) 2005, Hêlsînkî,
paytextî Fînlend da, Holî kaysay kultûrî,
be serperstî rêkxirawî Mindalparêzî Fînlendî.
Supasim bo Kak Rêbwar kerîmî bo rêkxistinî sêmînarek.
Dr.
Rêbwar Fetah serpirst karî malperî Înglîzî zimanî Kurdîs
Mîdiya ye.
|