Rîya Qirêj

Kurdish American Youth - by Xelef Botan | 25-Mar-06

Ew rîya teng û dirêj
Ç iqas kûr û dûre
Rîya azadiyê ye an rîyek qirêj?
Ser wê rîyê bawer bike tejî nure.

Carina disekinim û difikirim
Fikrên mi pirr kûrin
Dema diçim xarê, li bîrê
Zehmete hatina min ya jorê.

Li dora xwe dirênim
Ç areserîki digerim.
Ji derketina wê hefsê, wê bindestîyê.
Ji bona taca serê min, welat û gelê min.

Ax welat ax!
Ew çi derd û keserin?
Ma ê kengê azadî bibê para me?
Kurdistan jî yara me, evina me?

Ez li benda wê rojê me
Ç avên min li rê, dilê min bê evîne
Azadî û serbestî mafê mine
Ç awa bênim ziman, barek girane li ser milên mine.

Taqet, qewet neman, hemu tev çun
Kurd û Kurdistan neman, hemu belav bun
Gund û bajar neman, hemu xerab bun
Yek tist tenê ma, ew jî hêvîya me
Ji boy dayika me, welat û Kurdistana me.

 
> Click here to go back to Arts & Culture section
 
  Copyright © 2008 Kurdish American Youth Org (www.kurdyouth.org)