Evîndarim, nazedarim, te ji bîr nakim çi
dema
Birîndarim, kovandarim, ezim ser kêsa xema
Xondevanim, hozanvanim, dil wargehe peyva
Hizirvanim, perîsanim, dîsa zivirim ji naf keyfa
Dil birînim, cerg bi xwînem, ji behna te ez xerîb
Ez bê jînim, te na bînem, rê girin behir û toxib
Bi ês û janim, bê dermanin, bo birînê tuy
nujdar
Berîvanim, bê Sivanim, wer bi gehe min Dildar
Niza Zînim, yan Sîrînim, hind bo esqê dîn û mest
Ez xemgînem, bo te dînim, ji te na berdem ez dest
Bê hedarim, ya hisyarim, xew na kevit van çava
Ez sozdarim, hîvîdarim, tu li destê min bi zava... |