Welatê me hê ji bindeste
Em çi bikin, çi nekin hê jî dijmin
serdeste
Azadî xwese, lê bê ze hmet û zorî nakevê deste
Bi hêviyên astiye em gelek çêdikin agirbeste
Lê dîsan jî dijminê xwinxar û dest
qirêj na raweste.
Sor spehiye, rengê sores û xwesîye
Sor germe mîna xwîna mirov diherikiye
Sor renge, rengê azadi û serbistîye
Sor pîroze, rengeki nav ala Kurdan diçûrisîye.
Kesk xwezayî ye, hin dibêjin rengê pêxembere
Kesk ne tenê keske, sembola daristan û çiyayane
Ew çiyayên bilind, ew dest, gelî û deverên
welatê me
Ne bi ti rengî ye, le tenê keske.
Ax! Axa me, axa me can fida kirine bi hezaran ser
Ji te dipirsin: tu çi rengî, tu dibêjî;
ez zer
Ma ew dijmin çima nizanê qedê te weke cehsikê ker
Wellehi welatê min tu ji zêran gelek girantirî,
ji ber ku tu qebul nakî tu zor û ezber.
Tistek tenê ma ku ez, rebenê xwedê,
binime ziman
Ew jî spîye, derdora wê ava kehnîye.
Spîye astîye, biratî û hevaltîye,
aramî û rûmetîye
Li nav dile ala Kurdistanê, li nava kesk û sor û zerde
Mîna kewokeki li ezmanan, bi rengê xwe yê ronahîye. |