Me
we zanî Newroz cejna netewîye
Nîsana astîyê, gira serbestîye
Lê eve wek xewnek ne bonê rastîye
Serwer û tev dijmin bû me tor ristîye
Raste ev ew ware lê ne ew buhare
Zorî ya me xarî qet ne bû guhare
Di bêjin em sêrîn lê rîvîya
xware
Ka leheng û xonas? Kawe yê bêzare!
Ji vê bêzarîyê buhare belg
wesan
Ji tengezarîyê me tenya derd kêsan
Dê her ker û lal bin damay û perîsan
Benda belafiros û va ser bi hesan
Di bên hespê tinê gelo naket
tozê
Le qet bawer neken dê em ji bîr keyn sozê
Min sînd bi Kurdistan dê vejînîn dozê
Ser xaka xû helkem agirê newrozê
Min dil bi agire, pê helken semala
Bû can gûrîyên Kurd ji genca ta kala
Di çemînim serî bû wan can hevala
Bi dilekê sikestî min berz helda ala...min berz helda
ala!